کانیا دل
1.26K subscribers
1.44K photos
442 videos
300 files
623 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
نە، اجازە نمی‌دهند

دختران ناز نسیم
با گوشواره‌ی گیلاس بازی می کنند
پسران بی باک باد
لای برگ ها
دنبال لیمو می گردند
نه
فروشنده های تانک
اجازه نمی دهند  این شعر را
با عشق  ادامه دهم
دلالان بمب به توافق رسیدند
و من مطمئن نیستم
دستی که شب نوازش می کند
صبح
سالم از زیر سر یار
بیرون بیاید
***
Na, nahêlin


Keçên delal ên Nermebayê
Bi guharên ji qeresiyê dilîzin
Xortên bê tirs ên şemalê
di nav pelan de
Li leymûnan digerin
Na
Firoşkarên tankan
Destûr nadin vê helbestê
Bi hezkirinê berdewam bikin
Bazirganên bombeyan li hev kirin
Û ez ne dilniya me
Destê ku şevê evîndariyê dikin
Sibê
Ewle ji bin serê Yarê
derkevin.

Wergêr;
#Mecîd_Rehwerd
***
کەچێن دەلال ئێن نەرمەبایێ
ب گوھارێن ژ قەرەسیێ دلیزن
خۆرتێن بێ ترس ئێن شەمالێ
د ناڤ پەلان دا
ل لەیموونان دگەرن
نا
فرۆشکارێن تانکان
دەستوور نادن ڤێ ھەلبەستێ
ب ھەزکرنێ بەردەوام بکم
بازرگانێن بۆمبەیان ل ھەڤ کرن
و ئەز نە دلنیا مە
دەستێ کو شەڤێ ئەڤینداریێ دکن
سبێ
ئەولە ژ بن سەرێ یارێ
دەرکەڤن.

وەرگێر؛
#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Audio
Ji te ditirsim

Êvarên li pişt kuçeyên dilê min
Çema sor a sorgulan
Li ser bedena zeviya gênim e.
Kûrahiya qêrîna dilê min
Bêdengî ser wêneya te ye
ya ku destên min afirînera wê bûn;
Di payîza berfgirtî ya rûbarê.
Ez di bêdengiyê de qîriyam
Li deştê
Ser bêberiya zeviyê
Zeviya bê çûk û bê bahoz.
Min roj wek Xwedê dihesiband
li bejna secdekirî ya gulberojê
Li ser rawestîna çûçikên ber sîtava wê.
....
....
Min tu ji Şemlû istand;
Di oda biçûk a Şîrko bêkes
Û li ser helbestên Nêrûda
Wek koçerek tu istiriyayî.

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Xwezî baran bihatiba
Li kolanek berêvarî
Piyase ez diçûm xwarê
Ne sîwanek li ser serî
Ne jî pêlav ku pê herî
Ez ê pêxas
Ji jor ve şil dibûm û jêr
Bi dengê şilpeşipa avê û lingan
Wekî mûzîka ser isteyceka ronî
Dibûm guhdarê henga av û baranê
Li kolanê
Heta ku çavên te didît
Tenêbûn û tenêbûn bû
Tenê ez bûm û baran bû
Tenê kolan û fikra te
Li nav mijê û dûmanê
Evîndarek piyase her diçû xwarê
Diçû heta ku rê hebû
Heta ku hewrên baranê.
Li fikra wî evîndarî
Evîn bê dawî û xweş bû
Ne kes didît
Ne jî kes wî
Tenê baran û baran bû
Evîndarek ku şil bûbû
Bi bîra çavên dildarek.

#Mecîd_Rehwerd
@kaniyadil
derdê merxê


Hevbeş bi birînên kûr
Tim derdên giran sa min
Hevpara xemên karî
Êşa biviran sa min

Ez dareke merxê bûm
Serberza zinarek dûr
Xema min kewa tî bûy
Bê hêlîn û bê hedûr

Derdên dilê êvaran
Êşên li berêvarî
Dosto min nedîtî tu
Wenda li şevên tarî

Wek rêwiyek bê doz im
Rê dûr e û pê westî
Çav li rêyeke nenas
Çawa gerê rawestî

Te derdê giran da min
Bê hest im û bê awat
Wenda li xeyalên reş
Şewtîm û şevek din hat

Nîka bi qêrîn û derd
Nakim ji te ez gazî
Gava ku dibînim te
Nexwastim û naxwazî

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
ئەی دارە بەڕووەکان
پێم بلێن
لە جەستەی کام منداڵی کورد
ڕواون
دەمەوێت
سنوورەکانی کوردستان
دیار بکەم!

***

ای درختان بلوط
بە من بگویید
بر نعش کدام کودک کورد
روییدید
میخواھم
مرزھای کوردستان را مشخص کنم!

#Mecîd_Rehwerd
Ez...

Şev, îşev mame bê te zar û bêdeng
Çiqas hêstir dibarin ser dilî teng
Ez im helbesta bê te maye li dil
Ez ew derda ku sa min bûye aheng

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Helbesta diljan

Ez im şevtir ji çavên te
Ku te girt û
Min nabînî
Ez im helbesteke diljan
Ku te bi hêsiran sitrand
Ew derda ku wekî zarokeke bê dê
Li bê dayîktiyê de dît
Şeva sar yê evîndarek
Ku çû nema Evîna wî
Ez im
Êşa dema ji hev cidabûnê
Ku xatir xwest
Lê dil cih hêşt
Ez im bê te tenê mayî û diltezîn
Gula ku cilmisî
Bê şûn û bê xwedî
Li bin baranê jî hişk bû.
Ez im
Dara Evîna bê ber û hasil
Ez im helbestvanê dil
Ez im ew şûşeya xwînê
Bi çavên şil!

#Mecîd_Rehwerd
@kaniyadil
Oldar

Û min darişt
Ji hesta evînê
Kevnebawer
Felsefe
Hem Erdnigarî
Mentiqek pîroz
Ku bawer kî tu
Hestek her heyî
û her dimîne...
Tu, were
Ya eşhed o enne bi navê te
Ji vir şûn ve
Oldar im
Bi çavê te

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
Ez bi qasî lîstika
Wan du pepûlên şewtî bask
Hem bi qasî mûmika belavbûyî
Ser erda tal
Tay sipêdê
Westiya me bê mecal
Bê zimanên hevziman
Her dikin
Min
Kal û kal.

#Mecîd_Rehwerd
Forwarded from Mecîd Rehwerd
Ez ew cûya ku
Diltengê te bûme
Weqes dilteng û dilteng
Mame û mam
Ji perça wê şewatê bûme rûbar.
Kerenga ji hînikbayê filitî
Ji cile rakirim bahozê dîsaan
Weqes dora xwe da gerîm û gerîm
Wekî bengîtiya piştî şerabê
Dilê min şengijî
Peqiyam û bûm ka.
Ez ew hêsîr çûçik
Li destê bazê
Dizanim ku dimirim şa me dîsan
Di emra kurt a xwe ser çiqlên daran
Weqes îro ji jor
Dunya nedîtbû.
Ez ew me, ew tenê mayî û weylan
Tenê li xwe dinêrim û dinêrim
Ku ta wenda bim û
Peyda bikim te.

#Mecîd_Rehwerd
Daxwaz

Şevekî
Şê'rxwir bike min
Dixwazim bi peyvan bimirim
Tenê mame
Dirust wekî rêçûna
bi pêlavên cêbicêhbûyî
Li mizgeftê
Di nav parkekê tijî gul de...

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Xwîna dil*

Ji ser me, birrî te ava simarê
Ava ku hêstirên min bûn sa yarê
Xwîna dil bû tevî xwîna tirî ew
Ku te rijand û ser jê kir bicarê

خوینا دل

ژ سەر مە، بڕی تە  ئاڤا  سمارێ
ئاڤا کو ھێسترێن من بوون سا یارێ
خوینا دل بوو تەڤی خوینا تری، ئەو
کو تە رژاند و سەرژێ‌کر ب‌جارێ!


*پێشکش بۆ مامۆستەیێ دەلال و وێرەک؛
مھەمەد قوربانی.


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Jinek bi navê helbestê...

Jinek, navê wê sitran bû
Çiqas aram dimeşîya
Nema rêya têda diçû
Jinek baran bû, çavên wê
Jinek baran bû, li malê
Ji avis hewra sersalê...

Jinek tekbîretol'êhram
ji bo ku, ez nimêj kim ser gulîyên wê
Û qedqamet li ser lêvan
Jinek can bû
Mîna jînê
Mîna beybûngulên mêrgan
Wekî teyr û wekî bazan
Lê, dûr ji kerb û ji kîn ê
hat û derdê mi wenda kir
Gilî-gazî hilanî bir
Gulek maye şûnê, li vir

Gerê dîsa xwe peyda kim
Bi vê gulê xwe dilşa kim
Evîndar im, evîndar bim
evîndarî, xwedêxwest e;
Jinek; navê wê helbest e...


#Mecîd_Rehwerd
*

ژنەک ب ناڤێ ھەلبەستێ


ژنەک، ناڤێ وێ ستران بوو
چقاس ئارام دمەشیا
نەما رێیا تێدا دچوو
ژنەک باران بوو، چاڤێن وێ
ژنەک باران بوو، ل مالێ
ژ ئاڤس ھەورا سەرسالێ...

ژنەک تکبیرەالاحرام
ژ بۆ کو، ئەز نمێژ کم سەر گولیێن وێ
و قدقامت ل سەر لێڤان
ژنەک جان بوو
مینا ژینێ
مینا بەیبوونگولێن مێرگان
وەکی تەیر و وەکی بازان
لێ، دوور ژ کەرب و ژ کینێ
ھات و دەردێ من وەندا کر
گلی-گازی ھلانی بر
گولەک مایە شوونێ، ل ڤر

گەرێ دیسا خوە پەیدا کم
ب ڤێ گولێ خوە دلشا کم
ئەڤیندارم، ئەڤیندار بم
ئەڤینداری، خوەدێ خوەستە
ژنەک؛ ناڤێ وێ ھەلبەستە

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil