کانیا دل
1.27K subscribers
1.42K photos
439 videos
300 files
610 links
بررسی و نقد شعر

نقشه:
https://goo.gl/maps/mGW9jFDJowm

شعر، نقد، نظر:
@kawaspahi
Download Telegram
Evîna min

Evîna bê bendewarî
Dibe ku ew be;
Ez bibim
Tenê ez
Tu li kêlegê
Rawestiyayî û dinêhrî
Ez wekî baskên peyvan
Tu siwar li peyvan
Dibe ku tu afirandibin
Ku ez biafirînim
Bêy ku bizanibî
Evîna bê bendewarî
Ecêb tişt e
Bixwe
Tenê bixwe
Distirî
Dibêjî
Diajoyî
Diafirînî
Û afirînera xwe dibî
Ser mezintiya evînê
Ne bendewarê ramûsanekê.
Ecêb hal e yê min
Û edî peyv ne têrî wê dikin
Bê bendewar
Peyv diafirînim
Bê bendewarî
Pêşkêşiya te dikim
Ecêb hal e
Ecêb ez im!

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
carina Ez...

Ez carina
Li hevhembêzbûna qijikên ser dîlana çiqilên hişk
Û avabûna rojê
difikirim
Hêsan xuya dikî
Heger mezintiya rojavabûnê
Nezanibî
Ez carina
Li siya bilind a sinewberê
li ber tîrêjên sipêdeyê
Difikirim
Hêsan xuya dikî
Heger riha bilind ya tavê
Ser çiyayên mezin
Yên derdora gund
Qurre neke xeyalên te!
Hêsan xuya dikî
Ku min
Evîndar nezanibî
Ez
Li wê evînê difikirim
Ku tijî be ij te
û vala be ji min!

#Mecîd_Rehwerd

گاهی، من

من گاهی
به هم‌آغوشی کلاغها
بررقص غروب وشاخه‌های خشک
فکر می‌کنم
ساده می انگاری‌اش
اگر عظمت غروب را ندانی
من به سایه‌ی بلندصنوبر
زیر اولین پرتوهای سپیده‌دمان
می اندیشم
ساده می انگاری‌اش
اگر روح بلند آفتاب
بر فرار ستبرین کوه پشت آبادی
غرورانگیز نکند خیالت را
ساده می انگاری اش
اگر مرا عاشق ندانی
من به آن عشقی می اندیشم
که لبریز شود از تو
خالی شود از من!

 @kaniyadil
Xorasanek çiqas sar e tu nebî
Dilê me ar û bi dar e tu nebî
Hewayê vî welatî ji te hêmin
Ev koça bê te qet nare tu nebî

#Mecîd_Rehwerd
Seba

Şerab ku na, lê bîra te şerab e
Dil işkestin bi say te wek sevab e
Şevên tarî, li rojên reş hevalo
Tu navê te mey e, lê nabê nab e

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Yekem car

Yekem car e
Ji te hez nakim ez îro
Yekem car e
Sipêdê ji xewê pa bûm
Bi bîra çavên te ez nakevim îro
Yekem car e
Du rondik ser nivîna min
Nebû gava ku çavên min
Ve bûn bê bîra çavên te
Ezê bê te evîndar im
Dimînim jî ji vir şûn ve...

#Mecîd_Rehwerd
***
یەکەم جار

یەکەم جارە
ژ تە ھەز ناکم ئەز ئیرۆ
یەکەم جارە
سپێدێ ژ خەوێ پا بووم
ب بیرا چاڤێن تە ئەز ناکەڤم ئیرۆ
یەکەم جارە
دو رۆندک سەر نڤینا من
نەبوو گاڤا کو چاڤێن من
ڤەبوون بێ بیرا چاڤێن تە
ئەزێ بێ تە ئەڤیندارم
دمینم ژی ژ ڤر شوونڤە...

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Bîra gula baxî

Gerê çawa te vedozim
Şiyan nema
Gula baxî
Gerê çawa te nexwazim
Gula hewşê
Li ber hevza tijî masî
Tu ku genim gulî
Gava ku gulbûte ji gul mabû
Tu nimêja niyaza nermebaranê
Li bihara nema nîşan
Û min nimnim du'a dixwend
Nehatî, na
Ez heyrana hewayek tijî hilmê te
Tijî hesret, heray û halekî xemgîn
Xuya ye xem li min mêvan e
Û xanî, xeyalawî û xapûr e
Dilek bê dil çi dilgîr e
Dinale ev demên dunya derewîn e.
Were carê li min binêhr
Bila carê bibînim bejn û bala yê
Bila dîsan bikenim
Ez bixwînim
Hem binêhrim ba yê ku ket nav guliyên te
Ji min dizî hiş û
Ez mame û
Bîra gula baxî


#Mecîd_Rehwerd
بیرا گولا باخی

گەرێ چاوا تە ڤەدۆزم
شیان نەما
گولا باخی
گەرێ چاوا تە نەخوازم
گولا ھەوشێ
ل بەر ھەڤزا تژی ماسی
تو کو گەنم گولی
گاڤا کو گولبووتە ژ گول مابوو
تو نمێژا نیازا نەرمەبارانێ
ل بھارا نەما نیشان
و من نمنم دوعا دخوەند
نەھاتی، نا
ئەز ھەیرانا ھەوایەک تژی ھلمێ تە
تژی ھەسرەت، ھەرای و ھالەکی خەمگین
خویایە خەم ل من مێڤانە
و خانی، خەیالاوی و خاپوورە
دلەک بێ دل چ دلگیرە
دنالە ئەڤ دەمێن دونیا دەرەوینە.
وەرە جارێ ل من بنێھر
بلا جارێ ببینم بەژن و بالایێ
بلا دیسان بکەنم
ئەز بخوینم
ھەم بنێھرم بایێ کو کەت ناڤ گولیێن تە
ژ من دزی ھش و
ئەز مامە و
بیرا گولا باخی



#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil
Lavlavk

Ku bê te
Pêçiya ye li min
Şiriya ye di min
Lavlavka bêx
Ez ew dîfala mandî bû;
Heger bax hişkesalê bir
Baxevan pêxist agir
Tu bizan
Nîşana te
Ey lavlavka min
Heta hebim
Her dimîne û dimîne û dimîne
Ser vî dilî aşiq...

پیچک

و در من پیچکی پیچیدە بی تو
من آن دیوار خستە در خویشم
اگر چە باغ خشکانید
پیچک را
باغبان کند و بە آتش داد
اما
پنجەی پیچک بر دیوار
جایش
تا ابد
میھمان است...


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Bê zimanên hevziman!


Ez bi qasî lîstika
Wan du pepûlê şewtî bask
Hem bi qasî mûmika belavbûyî
Ser erda tal
Tay sipêdê
Westiya me bêmecal
Bê zimanên hevziman
Her dikin
Min
Kal û kal...

#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Balîfa ewran

Tu bersiv nadî
Û
Ez
Hîn gunehkar im
Ku pirsa min
Niyaz e
Natî nezra tirsa xewnek
Li tenêtiyê, şevek tarî
Mi(n) baran xwest
Tu ew hewra nedî baran û
Ez gîrîm û min şil kir
serê balîfa ji hewran
Dilop hat û dilop dilop
Çiqas firmêsk
Çiqas hesret
Ji çavên ku tijî pirs in
Dipirsin her
Çima canê
Evîn nema
Ji wê roja
Ku te got;
Aşiq im cano...


#Mecîd_Rehwerd

@kaniyadil
Bihara hêsîr

Zivistan çû, bi bîra te, tu çavşîn
Bihar nat û zivistan bûye dilxwîn
Bihar çawa gerê bê, bê te Kalê
Di çavên te hêsîr maye, li rê hîn

#Mecîd_Rehwerd
بھارا ھێسیر

زڤستان چوو، ب بیرا تە، تو چاڤ شین
بھار نات و زڤستان بوویە دلخوین
بھار چاوا گەرێ بێ، بێ تە کالێ
د چاڤێن تە ھێسیر مایە، ل رێ ھین

#مەجید_رەھوەرد
@kaniyadil